
Bi pêşengiya jinên ciwan, şêniyên bajarê Tebqayê ji bo azdaiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.
Nûnerên Rêveberiya Sivîl, partiyên siyasî, tevgerên jin û ciwanan jî di nav de, şêniyên Tebqayê ji taxa Ewel dest bi meşê kir.
Meş li ber avahiya Yekitiya Xwendekarên Demokrat veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin.
Piştre endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Aya Silêman li ser armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê axivî û bertek nîşanî da.
Her wiha Ciwan Aya bal kişand ser êrişên dagirkeriyê ên li ser tevahiya kurdistanê jî û got:
Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze îradeya gelên azadîxwaz bişkîne.
Aya Sêlman anî ziman, ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî a Rêbe Apo û rizgarkirina herêmên dagirkirî têkoşîna xwe bidomînin.