Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Almanyayê hat şermezar kirin

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Dûîsbûrg ê Almanyayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê protesto kirin.

Di çalakiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hate şermezar kirin.

Çalakgeran diyar kirin ku bêdengiya cîhanê ya li hember vê hovîtiyê nayê qebûlkirin û gotin:

“Dewleta Tirk Kurdan li her derê qetil dike. Gele Rojava her roj bi bombebarankirinan tê qetilkirin, hemû qadên wan ên jiyanê tê îmhakirin.

Ji bo bidawîkirina vê hovîtiyê divê mirovahiya pêşverû gav biavêje.”

Çalakgeran her wiha diyar kirin ku Tirkiye bi çekên ku ji gelek welatên NATO’yê bi taybet ji Almanyayê kirîne êrişî Rojava dike û bang li dewleta Alman kirin ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bi dawî bike.

Di çalakiyê de tecrîda li dijî Rêber Apo jî hate şermezar kirin.

Êrîşên dewleta Tirk li Almanyayê hate şermezarkirin

Back to top button