Şêniyên Qendîlê: Dixwazin di kesayeta Rêber Ocalan de gelê kurd tine bikin

Welatiyên Binarê Qendîlê derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û giringiya yek helwestiya gelê Kurd de axivîn û gotin:”Dewleta Tirk dixwaze di kesayeta Rêber Ocalan de tevayî gelê Kurd û nasnameya tevgera rizgarîxwaz a Kurdan tine bike.”

Jina bi navê Awaz Îsmaîl da zanîn ku di kesayeta Rêber Apo de hemû gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û aştîxwaz tê tecrîdkirin û got:

“Rewşa ku niha Rêber Apo xistine têde, ji hemû pîvanên mafên mirov, exlaqî û olî dûrin.”

Awaz Îsmaîl destnîşan kir ku divê jin ji her kesê zêdetir têkoşînê li dijî tecrîdê bimeşînin.

Welatiyê bi navê Azad Siware jî diyar kir ku ger mafên mirov hebaya wê Rêber Apo evqas sal dibin tecrîdê de nehatiba hiştin û ev tişt anî ziman:

“Divê saziyên mafên mirovan li hemberî van kiryarên dagirkeriyê dengê xwe derxin.”

Azad Siware di dawiyê de bang Kurdan kir ku bi yek dengî dakevin qadan û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.

Back to top button