Li Balekayetî gorek 1800 salî hate dîtin

Li Başûrê Kurdistanê di kolana zeviyekî de goreke dîrokî hate dîtin.
Bi lêkolîna erdkolog û dîroknas derket holê ku ev gor beriya 1800 salî ye.

Di dema kolana zeviyek li gundê Mawan yê ser bi navçeya Çoman a girêdayî Hewlêrê gorek hate dîtin.

Erdkolog û dîroknas piştî bûyereê yekser berê xwe dan cihê bûyer û lêkolîn kirin.

Û li gor erdkologan cihê gorê wekî şûnên cîhekî girîng a dîrokî ye û ev gorekeî beriya 1800 salî ye.

Dîroka gorê digihîje destpêka derketina olê Xirîstiyanî ango ev tabût ya ji beriya 1800 salane.

Rêveberê Giştî yê Bermahiyên Dîrokî yê Soran Ebdulwehab Silêman têkîldarê mijarê axivî û got:

“Derketina vê gorê li vê herêmê giringiyek mezin a xwe heye.

Ji ber ku herêm herêmeke girîng a dîrokî ye ku beriya hezar salan lê jiyan û çandinî hebû.

Ev gor vedigere rojên destpêkê yên Xirîstiyantiyê ji ber ku awayê veşartina mirov wiha nîşan dide.”

Her wiha Erdkolog û mamostayê zanîngehê Twana Ebubekir jî diyar kir ku ev gor dê ji bo xebatên arkeolojîk û diyarkirina dîroka jiyanê ya li Kurdistanê gelek girîng be.

Back to top button