Serpêhatiya Pêşmergeyekî ji Pêşmergeyên Roj qut bûye

Şervanê QSD’ê Ehmed Yusif.
Beriya ew bibe Şervanê QSD’ê, Pêşmergeyekî Roj bû.
Lê dema wî rastiya Pêşmergeyên Roj nas kir û dît ku ew girdayî dewleta Tirk in û dixwazin li dijî PKK’ê şer bikin wijdanê wî tehmûl nekir ku tevlî şerê birakujiyê bibe.
Ji ber wê ji wan qut bû û vegeriya Rojava û tevlî QSD’ê bû.
Ehmed Yusif bang li Pêşmergeyên din kir ku çekên xwe deynin û vegerin.

Şervanekî QSD’ê Ehmed Yusif ê ji bajarê Qamişlo ye.

Beriya ew bibe şervanê QSD’ê, sala 2012’an li Başûrê Kurdistanê tev li Pêşmergeyên Roj bibû.

Lê dema wî rastiya pêşmergeyên Roj nas kir û dît ku ew dixwazin li dijî PKK’ê şer bikin wijdanê wî tehmûl nekir ku tevlî şerê birakujiyê bibe.

Ji ber wê 21’ê Nîsana 2018’an ji wan qut bû û vegeriya Rojava.

Li vir tevlî QSD’ê bû.

Ehmed Yusif: Piraniya kesên tev li Pêşmergeyên Roj dibin temen biçûkin

Ehmed Yusif diyar kir ku piraniya kesên tev li Pêşmergeyên Roj dibin, temen biçûkin û got:

“Dema ev hêz ava bû, ji me re digotin em ê biçin Rojava şoreşa Rojava biparêzin.

Lê pîştê perwerdê Roj bi roj, pîvanên avakirina vê hêzê guherîn.”

Ehmed Yusif: Soz dan me ku wê me tev li Partiyan siyasî nekin lê enks tev li hêzê me kirin

Yusif bal kişand li ser soza ku Masûd Barzanî dayî wan û wiha got:

“Mezûd Barzanî soz da me ku wê me tev li tu partiyan siyasî neke.

Lê piştî 3 salan, Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) alîgirên xwe tev li hêzê me kir.”

Ehmed Yusif: Ji me re goitn em we perwerde dikin ji bo ku hûn li dijî PKK’ê şer bikin

Ehmed Yusif bal kişand ser rola dewleta Tirk a di ava kirina pêşmergeyên Roj de û got:

“Roj bi roj me dît ku ev hêz girêdayî dewleta Tirk û MÎT’a Tirk in.

Taybet jî di Sala 2018’an de Ahmet Davûdoglu hat civîn bi mera çêkir.

Davûtoglu ji me re got em we perwerde dikin ji bo ku hûn li dijî artêşa azad a Sûriyê û PKK’ê şer bikin.”

Ehmed Yusif: Min nedixwest ez birayên xwe bikujim

Yusif anî ziman ku di sala 2017’ê de bi daxwaza dewleta Tirk li bajarokê Xanesorê yê Şengalê di êrişên PDK`ê û Pêşmergeyên Roj de wî paşde gav avêt û wiha domand:

“Min nedixwest ez birayên xwe bikujim.

Wê demê 3 rojan hatim girtin û lêpirsîn bi min re hat çêkirin.

Piştî wê ji bo berxwedana Efrînê min dev ji Pêşmergeyên Roj berda û vegeriyam Rojava û niha şervanekî QSD’ê me.”

Ehmed Yusif: Ez bang li Pêşmergeyên Roj dikin ku çek deynin û vegerin malên xwe

Di dawiyê de Yusif bang li Pêşmergeyên Roj kir ku çek deynin û vegerin malên xwe.

Dema dagirker li beramberî îradeya Kurdan têk diçin, çekên qedexe bikartînin

Back to top button