Jinek ji Efrînê reviyaye û qala sûc û binpêkirinan dike

Em her tim qala binpêkirin û sûcên li hindirê Efrînê dikin. Dewleta Tirk û komên çete her cureyên sûcên şer li dijî xelkê Efrînê û bi taybet Kurdan dikin. Niha jî em çîroka jinekê bi we re parve dikin. Ev jin nû ji Efrînê reviyaye û qala rewşa li hindirê bajar dike. Dibêje ku mirov tên revandin û mal û milk tê wêrankirin û tevger li wir gelekî bi tirs e. Di heman demê de, ji bo planên ENKS’ê jî eşkere dibêje, yê vegere Efrînê ne diyar e wê çi pê were.

Jinek ji ber sûcên Dewleta Tirk û çeteyan, nû ji Efrînê derketiye.

Çi li wir diqewime û çi binpêkirin çêdibin bi çavên xwe dîtine.

Jina ku li xwest rêyê wê xuya nebe, çîroka talankirina malan û girtina mirovan tîne ziman.

Jina Efrînî ku navê Ferîde Mihemed li xwe kiriye, qala dizîna zeytûnan jî dike.

Li hindirê Efrînê liv û tevger gelekî bi tirs e û eger tarî dikeve erdê de, Kurd nikarin ji malên xwe derkevin.

Ev jin vê pênaseyê dide rewşa çûnûhatinê li hindirê Efrîna dagirkirî.

Di nava meha Tebaxê de nêzî 100 kesî ji Efrînê hatin revandin û 17 kes ji wan jin in.

ENKS’ê jî li ser zimanê rayedarên xwe bêyî behsa sûcên çeteyan bikin, daxwaza vegerê ji xelkê Efrînê dike.

Jina Efrînî balê dikşîne ser vê mijarê û dibêje vegera li Efrînê di vê demê de xeter e.

Efrîn berî zêdetirî 3 salan hat dagkirin.

Li her cure sûc û binpêkirin pêk tên û rojane bi dehan bûyer tên belgekirin.

Ji lewre niha bi sedhezaran ji xelkê Efrînê di kamp û bajaran de ne, li benda bi dawîbûna dagirkeriyê ne.

Back to top button