PKK’Ê JI BO GELÊ KURD Û TEVAHIYA MIROVAHIYÊ TÊDIKOŞE

Endam û fermandarên malbenda pêşmergeyên YNK’ê diyar kirin ku biryara Amerîka li dijî sê şoreşgerên Kurd biryarek siyasî ye.

Her wiha ji ber bêdengiya li dijî biryar û êrîşên Tirkiyeyê yên ser xaka Başûrê Kurdistanê jî, Hikumeta Herêma Kurdistanê rexne kirin.

Nerazîbunên li hember biryara Amerîka ya li dijî ê şoreşgerên Kurd, Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Dûran Kalkan û êrşên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Li ser vê yekê endam û fermandarên malbenda pêşmergeyên Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê axivîn.

Endamê malbenda pêşmergeyên YNK’ê Saman Osman axivî û got ku biryara Amerîka li dijî sê şoreşgerên Kurd biryarek siyasiye, ev jî tenê ji bo razî kirina Tirkiyeyê ye.

Saman Osman balkêşa ser bêdengiya hikumet û parlamentoyê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî û wiha got:

Hikumeta Herêma Kurdistanê û parlamento li hember bombebarana dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bêdenge, ev jî cihê rexnê ye.

Divê xelkên herêmê li dijî vê yekê derketiban, lê mixabin ne xelk, ne parlamento û ne jî hikumet tiştek li ser vê yekê nabêjin.

Yek ji fermandarê li malbenda pêşmergeya yê YNK’ê Mihemed Eskerî jî li ser heman mijarê axivî û wiha anîziman;

Biryara Amerîka zêdetir peywendiya xwe bi siyasi ve heye, bi taybet nasandina rêveberên PKK’ê weke terorîst jî peywendiya xwe bi siyaseta welatan ve heye.

Lê li gorî me Partiya Karkerên Kurdistan, partiyek şoreşger û xebatê ji bo serfiraziya gelê xwe dike.

Pêwîste aliyên siyasî nasandina PKK’ê weke terorîst nepejirênin, ji ber ku PKK partiyek ji bo gel û mirovahiyê têkoşîn dike.

Divê aliyên Başûrê Kurdistanê dev ji berjewendiyên kesî berdin û helwesta xwe li dijî vê biryarê nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button