Li dijî biryara Emerîka ya derheqê lêgerêna 3’ê pêşengê PKK’ê û tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan nerazîbûna gel zêdetir dibe.
Kurdistaniyên li Fransayê û Luksembûrgê çalakî lidar xistin .
Kurdistaniyên li Fransayê û Luksembûrgê li dijî biryara Emerîka ya derheqê 3’ê pêşengê PKK’ê û tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan çalakî lidar xistin.
Kurdistaniyan li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê ji Place Chabranê meşek li dar xistin .
Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin û tecrîdkirina Rêber Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî 3’ê pêşengên PKK’ê şermezarkirin.
Li bajarokê Schengê yê Luksembûrgê jî çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakgeran li pêşiya Yekîtiya Ewrûpayê kom bûn .
Di dawiya çalakiyê de çalakgeran çemê Moselê derbas kirin, û derbasî aliyê Elmanyayê bûn.