Serokê partiya CHP a mûxalif li Tirkiyê, li dijî serokê AKP’ê Erdogan bi tawana girêdana Erdogan bi tevgera Fethella Golen doz vekir.
Parêzerê Partiya CHP’ê Celal Tişîlîk li ser hisabê xwe yê Tiweterê got:
Bi biryara serokê CHP’ê Kilîtişdar Uglo me doz li dijî Erdogan vekir.
Tişîlîk diyar kir ku ew ê bi riya vê dozê têkiliyên Erdogan bi tevgera Goln re piştrast bikin û destnîşan kir ku ew ê bihêlin Erdogan ji ber doza ku li dijî Kilîtişdar Uglo vekirbû, poşman bibe.
Beriya niha jî partiya CHP’ê ya muxalif partiya AKP’ê bi hevkariya li gel tevgera Goln tawanbar kiribû û dabû xuyakirin ku Erdogan, cihên paybilind di dewletê de dane endamên vê tevgerê.