Hefter hêzên xwe dişîne bajarê Zawiyê

Bi armanca rizgarkirina wê ji komên Wîfaqê, hêzên artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ber bi bajarê Zawiyê ve diçin.

Li gorî ragihandina herêmî, artêşê karwaneke leşkerî mezin şand bajarê Zawiyê da operasyoneke leşkerî din û eniyeke din a şer li wir dest pê bikin.

Gelek komên çekdar ên hikumeta Wîfaqê, di nav de çeteyên Ebû Obeyda el-Zawî yên Qaîdayê, bajêr kontrol dikin.

Ji bo agirbestê jî, NY di nava hewldanan de ye..

Civîna komîteya hevbeş 18’ê mehê tê lidarxistin

Şandeya NY a li Lîbyayê li ser twittera xwe belav kir ku komîteya leşkerî ya hevbeş wê 18 mehê li Cinêvê bicive.

Civîna yekem, ji 3 heya 8 Sibatê hat lidarxistin û li gorî şandeya NY danûstandin weke destpêk baş bûn.

Şandeyê bang li hemû aliyan kir ku derfetê ji dest nebin û xwedî helwestên erênî bin.

Komîteya hevbeş a leşkerî ji bo çavdêriya agirbestê hatibû avakirin û ji her aliyî 5 nûner cihê xwe digirin.

Ev komîte ji encamên Kongreya Berlînê ya bo Lîbyayê bû.

Back to top button