Li Parlamena Swêdê, têkildarî kiryarên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek hat lidarxistin.
Îro li Parlamena Swêdê, bi armanca eşkerekirina bikaranîna çekên kîmyewî û çekên qedexikirî ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakur-Rojhilatê Sûriyê civînek hat lidarxistin.
Civîn ji aliyê parlemanterên sosyal demokrat Kadir Kasirga û endamê komîsyona têkiliyên derve ya Parlamena Swêdê parlamenter Enders Ostenberg û Dr. Abbas Mansûrî pêk hat.
Bi dehan siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.
Dr. Abbas Mansûrî behsa êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de jî axivî.
Civîn bi pirs û bersivan dom kir.
Li ser pirsa dewleta Swêdê wê bi çi awayî destekê bide Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûryê, parlamenter Anders osterberg got ku wê van mijaran bibin civîna parlamanê.