Piştî erdheja bi hêz a şeva 25’ê Mijdarê, heya niha zêdetirî 200 caran erdhejên biçûk li Kirmaşanê pêk hatine.
Xelkên bajêr ji tirsa dubarebûna erdhejê li derve dimînin û roja xwe di nava serma û konan de derbas dikin.
Şeva 25’ê Mijdarê li Kirmaşanê erdhejek bi pileya 6.4 û 10 kîlometre di kûrahiya erdê de pêk hat.
Erdhejê bandora xwe li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê, Îran, Başûrê Kurdistanê, Iraq û Kuwêytê kir.
Navenda erdhejê jî di navbera bajarê Serpêl Zehaw, Geylan û Qesrî Şîrîn de bû.
Li gorî çavkaniyên herêmî di erdheja şeva 25’ê Mijdarê de zêdetirî 200 gundên girêdayî navçeyên Qesrî Şîrîn, Geylan û Serpêl Zehaw ziyan dîtine.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku di encama erdhejê de zêdetir ji 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 800 kes jî birîndar bûne.
Lê heya niha li ser zirar û ziyanên erdhejê ti daxuyaniyek fermî ji aliyê hikûmetê ve ne hatiye dayîn.