Li Tirkiyê di 24 saetan de 117 kes ji ber vîrûsa Coronayê mirin, 3 hezar û 83 kesên din jî bi vîrûsê ketin.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyê 117 kesên din ji ber virûsê mirin û 3 hezar û 83 rewşên nû yên bi vîrûsa Coronayê ketine hatin tomarkirin.
Li Tirkiyê heta niha hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine gihişt 2 hezar û 396 kes in.
Her wiha 98 hezar û 674 kes jî bi virûsê ketine.