MSD: Teqîna li Efrînê encamê nakokiyên Tirkan û çeteyên htş’ê ne

Meclisa Sûriya Demokratîk teqîna ku duh li bajarê Efrînê pêk hat û di encamê de, bi dehan sivîl bûn qurban, şermezar kir û bang li hêzên navdewletî kir ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriye û Efrînê bînin. 

Duh piştî nîvro nêzî nuqteyek çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Sultan Murad, bi tankerek bombebarkirî teqîneke mezin rû da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî, di encamê de 6 jê çete 11 zarok, 40 kes hatin kuştin.

Hate ragihandin ku ev teqîn ji ber nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Heyet Tehrîr Şam de rû daye û ji aliyê ya dawî ve hatiye kirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) jî têkildarî teqînê ev tişt got:

“Di demeke de ku bajarê Efrînê rastî hemû rêbazên terorê ji kuştin û revandinê ku heta kesên temenmezin jî jê neflitîn, tê..

Niha jî bi teqînên wisa dagirkeriya xwe didomînin”.

MSD’ê diyar kir ku ji ber nakokiyên di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi xwe de, ên li ser mal û milkên sivîlan, ev teqîn pêk hat û bi zanebûn şêniyên resen kirin hedef.

MSD’ê teqez kir ku ew weke Meclisa Sûriya Demokratîk, vê kirina terorîst ku sivîlên bêguneh kiriye armanc, şermezar dikin”.

Her wiha MSD’ê bang li civaka navneteweyî kir ku bi berpirsyariya xwe ya li hemberî doza Sûriyê rabe û ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser bajarê Efrînê û hemû herêmên dagirkirî, bixebite”.

Back to top button