Di çarçoveya pêşîgiritina li şewata mûsimê îsal û parastina berhemdayînan de, Komîteya Çandiniyê li navçeya Şedadê gelek tedbîr û biryar giritn, ku wê rêyên sereke ji hêla şaredariya navçeyê û yên girêdayî wê bên ajotin. Her wiha jimareke agirkuj jî hatiye amadekirin.
Mûsimê par, agir zêdetirî 18 hezar donimên ceh û genim ên navçeya Şedadê dane ber xwe…
Ji bo îsal heman tişt dubar nebe û rê li ber şewatê were girtin, Komîteya Çandiniyê ya navçeyê xwe ji rewşên awarte re amade kiriye û gelek biryar û tedbîrên pêwîst girtine.
Ji wan biryaran:
Beriya mûsim were, wê derman li giyayên bi-zirar were reşandin.
2 agirkuj ji bo bersivdayîna bûyerên şewatê hatine amadekirin.
Her wiha şêniyên navçeya Şedadê yên xwedî bîr jî xwe ji şewatê re amade dikin.