MSD: WÊ VEKIŞANDINA EMERÎKAYÊ RÊ LI BER ŞERÊN GIRAN VEKE

Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê têkildarî vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê daxuyaniyek da.

MSD’ê destnîşan kir ku vekişandina hêzên Amerîkayê divê bandoreke neyinî li ser mîsyona Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê neke.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê têkildarî daxuyaniya rêveberiya Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê daxuyaniyeke nivisîkî weşand.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

“Biryara Amerîkayê ku dibêje ew ê hêzên xwe bi temamî û bi lez ji Sûriyê vekişîne di demekê de ku rewş ne aram e hat,

Gefên Tirkiyê dê rê li ber aloziyeke nû veke ku hewl dide planên xwe yên kevin li Sûriyê pêk bînin.

Em hişyariya xeteriya vê gave didin, ku dibe aloziya Sûriyê mezintir bike û rê li ber şerên giran û pir bi xwîn veke.

Di encamê de derfet ji DAIŞ’ê re peyda dike ku hêza xwe ji nû ve vegerîne û belav bibe, ev yek jî dê xeteriyeke mezin li ser ser ewlehî û aştiya navdewletî çêbike.”

VEKIŞANDA EMERÎKA DIVÊ BANDORÊ LI SER ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê NEKE

MSD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Hêzên QSD’ê şirîkekî sereke yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ye û wiha got:

“Divê vekişandineke ji aliyên hêzên Amerîkayê ve bandoreke neyînî li ser mîsyona şirîkên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ û terorê, her wiha li ser ewlehiya pêkhateyên herêmê û hewldanên çareserkirina siyasî ya dirûst neke.

Bila ev vekişandin neba sedema valahî û aloziyê an jî deswerdanên derve ku herêmên ber bi felaketeke mezin û bi êştir bibe.”

EM Ê MAF Û DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê her wiha di daxuyaniya xwe de got:

“Em ji gelê xwe re diyar dikin ku em ê maf û destkeftiyên xwe biparêzin.

Her wiha em ê xebatên xwe di qada siyasî, doplomasî û hemû aliyan de berdewam bikin ta ku armaî û ewlehiya herêmê pêk were û çareseriya siyasî ya aştiya ku hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne bi cih were.”

Leave a Reply

Back to top button