MÎRNIŞÎNÊN EREB ÊN YEKBÛYÎ SEFARETXANEYA XWE LI ŞAMÊ JI NÛ VE VEKIR

îro piştî 7 sal girtin, Mîr-işînên Ereb ên Yekbûyî (MEY) ku hevalbendê nêz ê Siûdiyê ye, sefaretxaneya xwe ya li paytexta Sûriyê Şamê vekir.

Hikumeta Sûriyê roja 18’ê Kanûnê bang li welatên Ereb kiribû ku sefaretxaneyên xwe li Şamê ji nû ve vekin.

Piştî vê bangawaziyê îro Mîr-işînên Ereb ên Yekbûyî sefaretxaneya xwe ya li Şamê vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2011’an ve, ji dema despêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê û vir ve, di serî de welatên Kendavê, gelek welatên Ereb karûbarên xwe yên dîplomatîk li Sûriyê rawestandibûn.

Leave a Reply

Back to top button