LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ KOLBEREK BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ

Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşa hêzên rejîma Îranê de kolberek bi giranî birîndar bû.

Şevê din li ser sînorê dinavbera Başûr û Rojhilatê Kurdistan yê li deriyê sînor yê Henge-jale ku dikeve ser bajarê Bane, hêzên rejîma Îranê êrîşî komek kolber kirin.

Di encamê de kolberê binavê Ehmed yê xelkê gundê Nenûr ya Banê bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyên Kolbernews’ê, birîna kolberê binavê Ehmed gelek girane.

Rewşa wî ya tendirûstî di metirsiyê de ye.

Kolberê bi navê Ehmed niha li nexweşxaneyeke Silêmanî ya başûrê kurdistanê tê dermankirin.

Leave a Reply

Back to top button