Tirkiyê..Li Meclisê danûstandinên budçeyê despê kir

Li Tirkiyê krîza aborî ya di nava mehên dawiyê de zêde bûyî, civak ji hev xistiye.
Nirxê lîreyê Tirkî li pêşberî dolar 13,70 derbas kir.
Di nava vê rewşê de, li Meclisê danûstandinên budçeyê despê kirin.

Li Tirkiyê rojane nirxê lîreyê wê li pêşberî dolar dihele û têk diçe.

Paşketina kûra dovîzê (pereyê biyanî) ya piştî mudaxaleya Bankaya Navendî demek kurt dewam kir û dolar bi 13,7 TL’yan û Euro jî bi 15,5 TL’yan dest bi heftê kirin.

Bi vî awayî dertê holê ku mudaxaleyên Banka Navendî ne mayînde ne û pir bi kêr nayên.

Di nava rewşa heyî de, li Lijneya Giştî ya Meclîsa Gel a Bilind ya Tirkiyê bi danustandinên budçeyê biaxaftina Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay despê kir.

Di meclisê de wê li ser temamê Pêşnûmaya Qanûna Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2022’an nîqaş bê kirin.

Fuat Oktay di axavtina xwe ya kirî de got,

“Lihevhatina dovîzan ne li gor rastiyên aboriyê ye.”

Back to top button