PARLEMENTERÊ CDU: BILA ROJAVA LI TEVGERA BALAFIRÊN ŞER WERE QEDEXEKIRIN

Endamekî partiya desthilatdar li Meclisa Elmanyayê li hemberî êrişên li dijî gelê Kurd, daxwaz kir ku ezmanên Rojava li tevgera balafirên şer were qedexekirin.

Parlementer bang li serokatî û hukûmeta Elmanyayê kir da mijarê bibe rojeva Konseya Ewlekariyê.

Endamê Yekîtiya Xirstiyanan a Demokrat ku li Emlanyayê partiya desthilatdar e, Roderîş Kaîzer-wette li hemberî gefên êrişa li dijî Kurdên Rojava pêşniyarek ji bo hukûmet, serokatî û Meclisa Federal a welatê xwe kir.

Kaîzer-watte daxwaz kir ku Rojava ji aliyê civaka navdewletî ve were parastin û ji bo vê yekê xwest ezmanên Rojava li tevgera balafirên şer were qedexekirin.

Ji ber ku Elmanya bûye endama Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyê, parlementer Yekîtiya Xirstiyanan, bang li hukûmeta xwe kir da ku mijara qedexekirina tevgera balafirên şer bibe rojeva Konseyê.

Leave a Reply

Back to top button