Dema binçavkirina Çetîn heta 4 rojên din hat dirêjkirin

Aktivîsta TJA Sevîl Rojbîn Çetîn a li Amedê ku di dema binçavkirinê de êşkence lê hatibû kirin, dema binçavkirina wê heta 4 rojên din hat dirêjkirin.

Dozger, bi îdîaya “lêpirsîna derbarê Çetin de dewam dike” dema binçavkirin Çetîn 4 rojan dirêj kir.

Çetin a li ser daxwaza dozger sewqî Edliya Mêrdînê hat kirin, derxistin Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Nobedar.

Çetîn, xwest ku dadgeh daxwaza dirêjkirina binçavkirina wê red bike.

Çetîn, bal kişand ser îşkenceya lê hatiye kirin û diyar kir ku ne gereke dema binçavkirina wê bê dirêjkirin.

Dadgehê daxwaza Çetîn û parêzerên wê red kir û biyara dirêjkirina dema binçavkirina Çetîn da.

Polîsan, piştî biryara dadgehê Çetîn cardin birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Polîsan di serdegirtina malê û dibin çavan de, êşkenceya bi kuçîk û fîzîkî li Çetin kiribûn û di 27’ê Hezîranê de jî biribûn Mêrdînê.

Back to top button