Gerîla TV dîmenê çalakiya Xantûrê ku 4 leşker hatibûn kuştin weşand

Ev zêdeyî 2 mehane li herêma Heftenîn ya başûrê kurdistanê berxwedaniyek bê hempa ya gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriya dewleta tirk tê kirin.

Gerîla tv jî bi dîmenan berxwedaniya heyî bi raya giştî re parve dike. Herî dawî gerîla tv dimenê çalakiya li Xantûrê ku 4 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatibûn kuştin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kiribû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de, 5’ê Tebaxê gerîlayên YJA Starê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî pêk anîbûn.

Gerîlayan li dagirkerên li Girê Şehîd Berxwedan a li Qada Xantûrê bicih bûbûn da.

Di çalakiyê de, çeper hate rûxandin û 4 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Back to top button