XELKÊ ŞELADIZÊ SERÎ HILDA Û ESKERÊN TIRK DÎSA 2 KURD ŞEHÎD KIRIN

Doh li herêma Şeladizê ya Başûrê Kurdistanê, gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hilda.

Li hemberî şehîdkirina sivîlan, bi sedan kes berê xwe dan baregeha artêşa Tirk.

Eskerên dagirker gulle li girseyê reşandin û di encamê de 2 sivîl şehîd û 16 jî birîndar bûn.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî li şûna ku li dijî êrişê bibe xwedî helwest, raperîna gel weke fitnê binav kir û got, ew ê hesab ji wan bipirsin.

Artêşa Tirk a dagirker ku ji salên 90’î ve li gelek deverên Başûrê Kurdistanê bicih bûye, demên dawî êrişa balafirên xwe li dijî warên sivîl zêde kirin.

2 salên derbasbûyî ji ber êrişa balafirên Tirk, 20 Kurd li herêma Amediyê şehîd bûn û zerar li mal û milkê wan bû.

Li hemberî vê yekê, doh xelkê herêma Şeladizê xwest bi daxuyaniyekê êrişa artêşa dagirker şermezar bike.

Piştî daxuyaniyê, girseya gel li devera Sirê ber bi baregeha artêşa Tirk ve meşiya.

Eskerên dagirker gulle li sivîlan reşandin û di encamê de 2 kes şehîd bûn û 16 jî birîndar bûn.

Li hermberî êrişê hêrsa gel zêde bû û hejmareke ji ciwanan agir berdan erebe û navendên arêşa Tirk.

Balafirên şer jî derdora girseya gel bombe kirin.

SEROKWEZÎRÊ BAŞÛR NÊÇÎRVAN BARZANÎ:
EM Ê HESAB JI XWEPÊŞANDÊRAN BIRPIRSIN

Serokwezîrê Herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku heta niha ti nerazîbûn li dijî êrişa Tirk nîşan nedaye, doh hema yekser helwest nîşan da.

Barzanî li gel wezîrê karê derve ê Tirk Mevlût Çavuşoglu pêwendiya telefonî pêk anî û hêrsa gel weke fetneyê pênase kir û wiha got:

Li Şeladize yên bi xwepêşandanê rabûne fitnekar in. Wê di zûtirîn dem de hesab ji wan were pirsîn.

Serok-komarê Tirk Erdogan jî careke din gel li gelê Başûrê Kurdistanê xwar û wiha got:

Li Bakurê Iraqê xwestin li hemberî eskerên xwe şaşîtiyekê bikin.

Lê balafirên me rabûn û hemû ji hev belav kirin.

WEZARETA KARÊ DERVE A IRAQÊ:
ÊRIŞÊN LI DIJÎ XAKA IRAQÊ BINPÊKIRINA SERWERIYÊ YE

Di vê navberê de Wezareta Karê Derve a Iraqê jî bi daxuyaniyekê êrişa artêşa Tirk li herêma Şeladizê şermezar kir.

Wezaretê tevgera Tirk weke binpêkirina serwerî û serxwebûna axa welat binav kir.

Leave a Reply

Back to top button