OZTURK: DAXWAZ NEHATIN BERSIVANDIN, BERXWEDAN DIDOME

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku hikumeta AKP’ê xwestiye bi destûrdayîna hevdîtina li gel Rêber Ocalan û berdana Leyla Guven gavên taktîk biavêje.

Ozturk got: Taktîkên wan pûç derketin; Daxwaza çalageran nehat pêk nehat ji bo wê jî heta niha berxwerdan didome.

Li ser berdewama tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan bertek û nerazîbûn zêde dibin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin û tecrîdkirina Rêber Ocalan nirxandin.

Ozturk da zanîn ku hevdîtina malbat û parêzeran a li gel Ocalan mafek qanûnî ye û got:

Daxawza çalakgerên grevê ew e ku dewlet li gorî rêgezên qanûnî tevger bigere.

Ji bo pêşî li rêya Îmraliyê vebe, girtiyan bedena xwe daye ber birçîbûnê.

Lê faşîmza AKP-MHP’ê tenê mafê qanûnî yê Birêz Ocalan bin pê dike û asteng dike.

Daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ew e tecrîd demildest bê rakirin.

Heta ev daxwaz bên pejirandin wê grevên birçîbûnê dewam bikin.

Ozturk bi bîr xist ku Leyla Guven di encama biryarek siyasî de hatibû girtin û berdana wê jî di encama biryarek siyasî de pêk hat.

Ozturk destnîşan kir ku dewletê xwestiye bi şandina Mehmet Ocalan a li gel Ocalan û berdan a Guven çalakiyên greva birçîbûnê pûç bike û berxwedanê rawestîne.

Lê biryardariya Leyla Guven û hevalên din ya berdewamkirina çalakiya xwe planên Erdogan binpêkirin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Em banga xwedî-derketina li daxwaza Leyla Guven û çalakgerên din dikin.

Leave a Reply

Back to top button