Idlib..Aertêşa Tirk cihekî leşkerî ya din li Seraqibê ava kir

Artêşa tirk a dagirker 25 maşîneyên leşkerî yên din derbasî Idlibê kir û cihekî din li Seraqibê ava kir.

Li aliyekî, şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk gur dibe, li aliya din jî artêşa Tirk nuqte û hêzên xwe li herêma Idilbê xort dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li rojhilatê Idilbê artêşa Tirkiyê nuqteyek nû li nêzî gundê Afis yê li başûrê Seraqibê yê di bin kontrola hêzên hikumetê de ye ava kir.

Artêşa Tirk 25 maşîniyên leşkerî yên din derbasî Idlibê kir

Îro jî, artêşa Tirk 25 maşîneyên din û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer Losîn re derbas kir û ber bi nuqteyên xwe yên li Cebel El-Zawiyê ve şandin.

Bi vê yekê, jimara maşîneyan ji destpêka agirbesta Adara borî û heta niha derbasî herêmê bûne, gihişt 8 hezar û 75 maşîne.

Back to top button