Kongra Gel: Bêdengiya li hember Til Rifet û Efrînê sûc e

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî komkujiya li Til Rifetê ku di encamê de 4 kes şehîd bûn daxuyaniyek da. Kongra Gel diyar kir saziyên navneteweyî û dewletên ku li hemberî komkujiya Efrînê bêdengin, yekser şirîkên van sûcên şer in.
Kongra GEL got, “Pêwîste dewleta Tirk a dagirker ji ber kiryarên xwe bê cezakirin û ji Efrînê bê derxistin.”

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî komkujiya li Til Rifat ku 2 jê zarok bi giştî 4 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn daxuyaniyek da.

KONGRA GEL bêdengiya NY, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Amerîka, Rûsya, saziyên navnetewî û welatên din li hember kiryarên dewleta Tirk rexnekir.

Kongra Gel bibîrxist ku dema dewleta Tirk êrîşê Efrînê dikir jî dewlet û saziyên navborî bêdeng man. Di destpêkê de heta niha ev bêdengî alîkariya ji bo dewleta Tirk û çeteyên wê ya herî mezin e.

Kongra Gel bêdengiya hêzên navdewletî û saziyên cîhanî wek şîrîkatiya sûcên şer ê Tirkiyê pênase kir û got:

“Bi zorê guhertina demografiya Efrînê, kuştin, qetlîam, tecawîz, revandin û firotina jinan û bi giştî kiryarên bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê çê dibin.
Ev saziyên navneteweyî û dewletên ku li hemberî komkujiya Efrînê bêdengin, yekser şirîkên van sûcên şer in.”

Kongra Gel daxuyakirin ku her çendî hêzên navborî bêdeng bimînin jî lê wê gelê kurdistan û mirovahiya xwedî vîcdan bêdeng nemîne û wê hesabên komkujiya bipirsin.

Kongra Gel bang li saziyên navdewletî kir ku li hemberî trajediya mirovahiyê a li Efrînê tê kirin, helwest bigrin. Kongra Gel got, “Pêwîst e dewleta Tirk a dagirker Tirk ji ber kiryarên xwe bê cezakirin û ji Efrînê bê derxistin.”

Back to top button