Kîno Gabriyel: Beşdarbûna QSD’ê li meclisa leşkerî wê li gor gavên ku were avêtin diyar bibe

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokarttîk-QSD’ê Kîno Gabriel di bernameyeke li Ronahî tv der barê beşdarbûna QSD ya avakirina mecliseke leşkerî Sûrî de axivî.

Kîno Gabrîel anî ziman ku hemû daxuyanî û fikirên ku der barê vê yekê de derdikevin hîn weke nerîn in û bi ser efserê berê Munaf Tilas yê ku ji Artêşa Sûrî veqetiyaye di nava têkiliyan de ne.

Kîno dazanîn ku ew hîn di qonaxa danûstandinan de ne, heta niha mekanîzma karê vê meclisê ne diya re, û ew li bendê ne ku çawa ev insyatîf bi pêş bikeve, li gorî wê jî wê birayra tevlîbûnê bê dayîn.

Kîno da destnîşankir ku tişta sereke di vê meclisê de ku hewl dide hemû hêzên aktor li Sûriyê di nava xwe de bihewîne.

Kîno got:

Ev meclis gaveke sereke ye ji bo ku bighêjin çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûrî re.Berovajî hemû ajandeyên derve û yên berê ku dixwastin beşeke mezin pekhateyên Sûrî li derve bihêlin. Ev meclis armanc dike hemû hêzên herêmê kombike.

Back to top button