SERHET VARTO: ENCAMÊN HILBIJARTINÊ WÊ DIYARKER BIN

Endamê Komîteya Karê Derve ya KCK’ê Varto têkildarî rewşa li tirkiyê, dawîbûna Çeteyên DAIŞ’ê li ser destê şervanên QSD’ê axivî.
Varto got;
Encamên hilbijartina herêmî çi dibin bila bibin, polîtîkaya li ser destê tirkiyê pê nikare dewam bike.
Bi lewazbûna AKP’ê re, DAIŞ wê têk here.

Endamê Komîteya Karê Derve ya KCK’ê Serhed Varto têkildarî rewşa dawî ya li tirkiye, polîtîkayên AKP/MHP’ê û bi dawîbûna çeteyên DAIŞ’ê axivî.

Serhed Varto diyar kir ku encamên hilbijartina herêmî çi dibin bila bibin polîtikayên berdest ên Tirkiyê wê nikaribin werin domandin û wê rewş xirabtir bibe.

”Lê encamên hilbijartinê dikare rengê polîtîkayan diyar bike.

Ji bo vê jî girîng e ku hilbijartin weke qadeke têkoşîna demokratîk were dîtin û desthilata AKP-MHP’ê ji vir were qelskirin”

TÊKÇÛNA DAÎŞ’Ê, PAŞVEXISTINA AKP’Ê YE

Varto diyar kir DAIŞ’ê projeyeke mezin a siyasî ye û dinavbera wê û AKP’ê de têkiliyek heye û geşbûna DAÎŞ’ê û hevşibên wê û geşbûna AKP’ê ya li Tirkiyê nêzî hevin.

“Li dijî vê jî li Rojava hêzên azadiyê û Tevgera Azadiya Kurd li ber xwe dane. Ev têkoşîn di şexsê DAÎŞ’ê de bûye têkoşîna di navbeyna Tevgera Azadiya Kurd û AKP’ê de. Sedema AKP ev qasî êrîşê tîne ev e. Heta şerê Kobanê yê 2014’an li ser navê AKP’ê DAÎŞ’ê şer kir. Li Kobanê piştî DAIŞ şikest Tirkiye êdî rasterast êrîş pêkanî. Niha paralelî vê tê dîtin ku zorê li AKP’ê dibe û pir wê bi paş ve dixe. Xilaskirina DAÎŞ’ê tê maneya paşvexistina AKP’ê.”

AKP-MHP WERE ŞIKANDIN DAÎŞ WÊ BI TEMAMÎ BIQEDE

Varto bi domdarî got,

”Heke tifaqa AKP-MHP’ê were şikandin, DAÎŞ tenê ji hêla leşkerî ve wê neşikê, ji hêla îdeolojîk, çandî, aborî ve, lingê xwe yê girîng eniya wê ya paş e wê ji dest bide û bi esasî ya ku wê derbê li DAIŞ’ê bixe, ev e.

Heke ev bibe têkoşîna dijî DAÎŞ’ê wê serkeftî be.”

KOALÎSYON, JI DARIZANDINA DAÎŞ’IYAN BERPIRS E

Endamê Komîteya Karê Derve ya KCK’ê Serhed Varto ji bo çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku li gel QSD’ê girtîne jî ev tişt got;

Çeteyan ên DAÎŞ’ê yên girtî, piştî demekê bûye pirseke navnetewî.

DAIŞ ya ku her kes wê mîna rêxistineke terorê ya navnetewî bi nav dike, ne tenê pirsgrêka rêveberiya Sûriyê yan jî rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye.

Hêzên navnetewî jî parçeyek ji şerê QSD’e ne û ji bo vê jî, divê bibe parçeyek ji encaman jî.”

Leave a Reply

Back to top button