Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrikê heta niha 2 hezar û 600 û ji navenda Til Elo jî 560 ton genim ji cotakaran wergirt.
Piştî ku navendên depoyên genim li Li Dêrikê û gundên Beroj, Gir Ziyaret û Til Elo hatin dezenfektekirin, dest bi wergirtina genim û ceh hate kirin.
Têkildarî mekanîzmaya veguhastina hilberînan hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê Şivan Delî diyar kir ku îsal kalîte û pileya genim çawa be jî tê wergirtin.