Mamosteyên Minbicê; Tu alî nikarin hevgirtina şêniyan têk bibin

Mamosteyên Minbicê ji şêniyên bajêr daxwaz kirin ku li hember aliyên dixwazin fitneyan derxînin haydar bin, ew alî tenê daxwaza pêkanîna armancên xwe dikin.

Mamosteyên Minbicê derbarê rûdanên dawî yên Minbicê axivîn.

Mamoste Ebdulhemîd Deşo diyar kir ku aliyên derve dixwestin xwepêşandanên Minbicê wekî derfet bigirin da ku fitneyan derxin û ewlehiya wê têk bibin.

Ebdulhemîd Deşo dazanîn ku têgihiştina gelê navçeyê li beramberî van hewldanan; bû asteng.

Her wiha mamoste Cemîl El-Mistefa jî bal kişand ser guhdana Rêveberiya Sivîl a Minbicê ji daxwazên gel re.

Cemîl El-Mistefa axaftina xwe spart paşxistina Rêveberiyê ji erka xweparastinê re û vekirina deriyê diyalogê bi gel re.

Back to top button