Li Zanîngeha Sorbonneyê ya Fransayê parêznameyên Rêber Apo hatin xwendin

Li Zanîngeh Sorbonneyê ya Fransaye ku yek ji zanîngehên herî mezin ê cîhanê ne parêznameyê Rêber Apo hatin xwendin.

Xwendekarên Zanîngeha Sorbonneyê ya li paytexta Fransa Parîsê ku ji hêmû pêkhateyan kombûn rojbûna Rêbe Apo pîrozkirin û gelek pirtûkên wî xwendin.

Li wir beşên parêznameyên li ser têkoşîna şoreşgerî û bingeha felsefeya Jin Jiyan Azadî hate nîqaş kirin.

Xwendekaran li wir bêhelwestiya parlamentoya Ewropa û CPT jî rexne kirin û diyar kir ku ew erkû xwe pêk naynin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê her kes li dijî hişmendiya dagirker ya dewleta Tirk li Rojhilata Navîn xwedî helwest be.

Xwendekaran piştgirî dan Şoreşa Rojava ya li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatiyê dest pêk kirin û ev bang kirin:

“Divê her kes tevlî çalakiya ku ji 15 heta 19’ê Nîsanê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin,bibin.”

“Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye”

Back to top button