Li Şarbajêr xaniyek hate bombebaran kirin: welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev li gundek Şarbajêr xaniyek bombebaran kirin.
Di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ketine destê me, duh bi şev dewleta Tirk a dagirker li gundê Gelale ya bajarokê Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê, xaniyek bombebaran kir.

Di encama êrişê de ciwanek bi navê Mihemed Seîd ê xelkê gundê Gelale jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn ku Mihemed Seîd bi xwe niştecihê Silêmaniyê bû, lê ji bo kar berê xwe dabû Gelale.

Şêniyên herêmê cenazeyê Mihemed şandin tiba edlî ya Silêmaniyê.

Derbarê êrişê de heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Back to top button