Li Kobanê êrişên li ser goristan şehîdan hate şermezarkirin

Xelkên herêmê nerazîbûnên xwe yên li dijî kiryarên dewleta tirk li dijî nirxên kurdan û xirakirina gorstanan li bakurê kurdistanê didomînin.
Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê êrişa li ser goistanên şehîdan ên li navçeya Licê yê Amedê şermezar kir.
Meclilsê diyar kir ku ne karê dewleta Tirk yê bê exlaqî û nejî hovîtiya wî dikare vîna gelê kurd têk bibe.

Saziya malbatên şehîdan diyar kir ku êrişên dewleta Tirk bi hovîtî brdewamin.

Dewlet Tirk weke ku li Efrînê goristanê şehîdan binpê dike îro li navçeya Licê ya Amedê jî êrişî goristanan dike û xerab dike.

Saziyê destnîşan kir ku binpêkirina goristanan ne karekî mirovî ye û ne exlaqî ye, lê ne dûrî dewleta Tirk ya qirêj e.

Dawiyê bang li rêxistinên hiqûqî, rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku li dijî kiriyarê dewleta Tirk bisekin e.

Malbatên Şehîdan êrîşên dewleta Tirk li ser gorên şehîdan şermezar kir

Back to top button