Şehîd Mizgin Dilbirîn li Kobanê bi merasîmekê hat bîranîn

Şehîd Mizgîn Dilbirîn û Şehîd Hisên Îbrahîm bi merasîmên cuha hatin bîranîn.
Di merasîman de soza pêkanîna xeyalên şehîdan hate dayîn.
Her wiha hate gotin, Emê tola şehîdên xwe rakin.

1’ê Cotmeha 2021’an gerîlaya YJA- Starê Mizgîn Dilbirîn li Avaşîn şehîd bû.

Şêniyên kantona Firatê ji malbata gerîlaya YJA- Starê Mizgîn Dilbirîn sersaxî xwestin û bi merasîmekê ew bi bîranîn.

Merasîm li gundê Bîr Reş ê başûrê bajarê Kobanê hate li darxistin.

Li bin kon Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê yê kanotna Firatê Salih Nûh axivî behsa fedekariyên şehîdan kir.

Sersaxiya ji malbatê re didome.

Li Minbicê şehîd Hisên Elî Îbrahîm hat bîranîn

Şehîd Hisên El Îbrahîm jî duh bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin û îro bi merasîmekê sersaxî ji malbatê re hat xwesetin.

Merasîm li navenda bajarê Minbicê hat vedan.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elaa Cuma El Elî û Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elaa El Ehmed axivîn, anîn ziman ku şehadet ji her tiştî mezintir û bilindtir e.

Her weha soza domandina riya şehîdan heta pêkanîna hêviyên wan hat dayîn.

Back to top button