Hilbijartinên şeredariyan-Wê 30 Gulanê navendên dengdanê vebin

Wê 30’ê Gulana 2024’an navendên dengdanê ji bo hilbijartinên şaredariyan vebin.
Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Rûken Mele Îbrahîm ev yek diyar kir.
Her wiha Komîseriyê ji rêxistinên navneteweyî û xwecih xwest ku hilbijartinên şaredariyan bişopînin.

Xebatên ji bo pêkanîna hilbijartinên şaredariyan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê berdewamin.

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Rûken Mele Îbrahîm derbarê mijarê axivî.

Rûken Mele Îbrahîm da zanîn ku komîserî pêşwaziya welatiyan dike da ku nûnerên xwe yên di şaredariyên herêmê de hilbijêrin.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi meclisên demokratîk ên gelan re koordîneyê dike da ku komîseriyên hilbijartinan ên kantonan werin çêkirin û daxwazên namzetan bên pêşwazîkirin.

Ev yek jî piştî ku yasaya qanûna hilbijartina şaredariyan û yekitiya şaredariyên demokratîk hat derxistin.

Komîseriyê ji rêxistinên navneteweyî û xwecih xwest hilbijartinan bişopînin

Rûken Mele Îbrahîm da zanîn ku dê hin şaredarî werin avakirin û hinek werin yek-kirin û got:

“Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dê pêşwaziya nûnerên tevahî tevger û partiyên siyasî yên dixwazin beşdarî hilbijartinên Şaredariyên Herêmê bibin bike, bi şert ku şertên namzetiyê pêk bînin.”

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Rûken Mele Îbrahîm dawiyê ji rêxistinên navneteweyî û xwecih xwest hilbijartinên şaredariyan bişopînin.

30’Gulanê wê hilbijartinên xwecihî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin

Back to top button