“Amadekariyên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk didomin”

Amadekariyên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk didomin
Endamê Komîteya Têkiliyan a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Hesen Mihemed Elî li ser kongreyê axivî û got:”30 partî, hêzên siyasî yên sûriyeyî, bi dehan kesayetên serbixwe û siyasetmedar dê tev li kongreyê bibin.”

Komîteya Amadekirin û Peywendiyan a ku ji nûnerên hêz, blok û kesayetên Sûriyeyî pêk tê, amadekariyên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk didomînin.

Endamê Komîteya Amadekirin û Têkiliyan a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Hesen Mihemed Elî axivî.

Hesen Mihemed Elî got: “Ji demeke dirêj ve, em hewl didin vê kongreyê li dar bixin.

Ji bo wê, li dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) gelek werşe hatin lidarxistin.”

Elî diyar kir ku werşeya dawîn li Brukselê bû û di wê werşeyê de komîteya amadekar hate avakirin ji bo ku amadkariyên lidarxistina kongreyê bê kirin.

Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku hewldanên lidarxistina kongreyê berdewam in, belgeyên pêwîst hatine hazirkirin û tenê diyarkirina dema kongreyê maye.

Girêdayî cihê lidarxistina kongreyê Elî got:

“Heta niha, komîteyê cihê lidarxisitna kongreyê diyar nekiriye.

Ihtîmal heye ku di Parlamentoya Ewropayê de yan Siwêd, yan Misir an Urdun be.”

Elî da zanîn ku dê cihek guncew li gorî şert û mercên siyasî bê diyarkirin.

Hesen Mihemed Elî: Kongre ji bo Sûriyeyiyan hêvî ye

Hesen Mihemed Elî eşkera kir ku wê parlamenterên ewropî bi hejmareke mezin tev li kongreyê bibin ku ji bo sûriyeyiyan bûye hêvî.

Her wiha Elî da zanîn ku 30 partî, hêzên siyasî ji derveyî MSD`ê, gelek kesayetên Suryan, Ereb, Turkmen û Kurd, muxalifên berê yên nêzî Îtîlafê, siyasetmendarên kurd, kesayet û şepelên din ku pê re civîn hatine lidarxistin, dê tev li kongreyê bibin.

Di dawiyê de Elî îşaret pê kir ku aliyên siyasî li ser nasnameya nîştimanî ya komkar û nenavendîbûnê û pêşeroja Sûriyeyê li hev kiriye û got:

“Em hêvî dikin ku guhertineke siyasî li Sûriyê çêbe.

Hêzên demokratîk jî hêvî dikin kongre bi encamên baş bi ser keve.”

Back to top button