Li dijî êrişên dagirkeriyê wê 22 û 23’ê Nîsanê li kantona Cizîrê meş bên lidarxistin

Ji bo dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk bi êrişa li ser Metînayê re dest bi operasyona dagirkeriyê kir.
Li dijî êrişên dagirkeriyê wê 22 û 23’ê Nîsanê li Kantona Cizîrê meş bên lidarxistin.
Însiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê bang li pêkhateyên gelê herêmê kir ku tevli meşan bibin.
KNK Û KCKD-Ewropa jî banga xwedî helwestbûna gelê Kurd û partiyên siyasî ya li dijî êrişan kir.

Artêşa dewleta Tirk a qirker bi êrişa li ser Metînayê re, dest bi oparsyona dagirkeriya xaka başûrê Kurdistanê kir.

Li dijî êrişên dagirkeriyê wê 22 û 23’ê Nîsanê meş werin lidarxistin.

Însiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de, ragihand ku wê sibe (22’ê Nîsanê) meş li bajarên Dêrik, Qamişlo û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Birak û Amûdê werin lidarxistin.

23’ê Nîsanê jî wê li navçeyên Tirbespiyê, Til Koçer û Til Hemîsê meş pêk werin.

Însiyatîfê bang li pêkhateyên gelê herêmê kir ku tevlî meşan bibin.

KNK’ê li dijî dagirkeriyê banga yekîtiya neteweyî kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî di civîna xwe ya Civata Giştî ya 22’an de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Metînayê şermezar kir.

Doh li bajarê Den Haag ê Hollandayê civîna dema navber a Civata Giştî ya KNK’ê a 22’emîn bi dirûşmeya “Di têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de rêya serketinê yekîtî ye” hate lidarxistin.

Di roja 2’emîn a civatê de, ji ber êrîşên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser herêma Metînayê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.

KNK’ê diyarkir ku ew ê bi hemû dengê xwe li rex berxwedana gelê xwe û şervanên azadiyê li dijî dagirkeriyê rabin.

KNK’ê bang li partiyên siyasî û tevgerên Kurd kir ku li dijî van êrîşan rabin.

KCDK-E li dijî êrîşên dagirkeriyê bang kir: Dakevin qadan

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) jî daxuyaniyek weşand û got:

“Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter, balafirên şer, top û obusan li Metînayê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Ev êrîş li dijî tevahiya gel û nirxên Kurdistanê ye. Her Kurdistaniyên dilsozê xak, nirx û gelê xwe, divê rabûna li ber van polîtîkayên qirêj ji xwe re bike erkeke neteweyî û têkoşînê bilind bike.”

KCDK-E’ê bang li gel Kurd û dostên wan kir ku li her devera lê ne, dakevin qadan.

Dewleta Tirk li Metîna êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin

Back to top button