“Bi saya fêmkirina fikrê Rêber Apo em şêwayên hegemonî red bikin”

Bi xurtkirina hişmendiya civakan li hemberî siyasetên pişaftinê, girêdana gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi perspektîfên Rêber Apo û fikrên wî xurt kir.
Girêdayî mijarê Rewşenbîrên Reqayê diyar kirin ku bi saya fêmkirina rast a fikrên Rêber Apo, ew şêwayên hegemonî û zordestiyê red dikin û gotin:
“Ji ber vê yekê berdewamkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka me ye.”

Fikrên Rêber Apo bandor li gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kurdan û gelên din ên bidest kir.

Fikrên wî roleke diyar û berçav di bidestxistina destkeftiyên li herêmê di gelek saktoran de lîst.

Ji ber vê sedemê, rewşenbîrên li Reqayê gotin berdewamkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka wan e.

Hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Hesen Mistefa anî ziman ku Erdogan dixwaze hegemoniya împeratoriya osmanî vegerîne û got:

“Piştî ku me fikrên Rêber Apo baş fêm kir, em li hemberî siyasetên pişaftinê sekinîn.

Têgihiştina rast a fikrên Rêber Apo, hişt ku em şêwayên hegemonî û zordestiyê red bikin.

Rêber Apo demorasiyeke nû berovajî ya rojavayî hêvî dike.

Ji ber vê yekê berdewamkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka me ye.”

Nivîskarê rojnameya Şerq El Ewsat a Demokratîk Îsmaîl El Xalid jî diyar kir ku civaka Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn bi rêya fikrên wî rastiya xwe nas kirin û wiha domand:

“Di encama fikrên Rêber Apo de, gelê herêmê nirx, rêgeza xwe li ser bingeha jiyana hevbeş, redkirina tundiyê û nijadperestiyê parastin.

Fikrên Rêber Apo, rêya çandan rast kir, wateya rastîn da çandên resen ên ku rûbirûyî qirkirin û înkarkirinê bûn.

Civakên herêmê girîngiyeke mezin didin fikrên Rêber Apo û gelek ji wan li Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîka Latîn dixwazin nas bikin.

Ji ber ku bi rêya vê fikrê, civak xwe bi xwe bi rêxistin dikin.”

Back to top button