33 Partî, Rêxistin û Tevgerên Siyasî li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî dan

33 Partî, Rêxistin û Tevgerên Siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk sedema sereke û bingehîn a bê istiqrariya li herêmê ye.
Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê hate kirin ku vî şerê dijwar red bikin.

Artêşa Tirk a dagirker li Metînayê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin.

Artêşa Tirk bi helîkopter, balafirên şer, top û obusan bê navber bombe li qadê dibarîne.

Nerazîbûn û hêrsa li dijî êrîşa dagirkeriyê jî zêde dibin.

Îro jî li bajarê Qamişlo 33 Partî, Rêxistin û Tevgerên Siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêmên parastina medyayê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk sedema sereke a bêîstiqrara herêmê ye û wiha hate gotin:

”Rejîma Tirk dem bi dem israr dike ku rastiya xwe ya faşîst, dijminatiya edalet, mafên gelan û serweriya dewletan a ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye diyarkirin, ji hemû cîhanê re nîşan bide.

Dema ku encam li dijî hilbijartinên wî bin, pêvajoya demokratîk qebûl nake.

Dema ku di bin zexta îradeya gel de têk diçe, berê xwe dide vebijarka şerê êrîşkar.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe serweriya Iraqê û Başûrê Kurdistanê binpê dike û wiha hate domandin

”Dewleta Tirk bi hinceta şerê hêzên gerîla li herêmên Parastina Medyayê li dijî gelê Kurd dest bi şerekî nû yê êrîşkar dike û serweriya Iraqê û serweriya herêma Kurdistanê binpê dike.”

“Em bang li hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku ev şerê dijwar red bike”

Partî, Tevger û Rêxistinên siyasî êrîşên li dijî herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin û ev bang kirin:

“Em bang li NY, YE û hemû hêzên aştîxwaz û demokrasîxwaz dikin ku ji bo têkbirina van polîtîkayên qirêj bikevin nava liv û tevgerê.

Em bang li hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku ev şerê dijwar red bike û li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser axa xwe giliyê Encûmena Ewlehiyê bike.

Her wiha em bang li gelê xwe yê li her derê dikin ku bi awayekî girseyî bikevin nava liv û tevgerê, zextê li raya giştî ya cîhanê bikin, êrîşên dewleta Tirk ên li her derê li dijî gelê me dimeşîne rawestînin.”

Back to top button