Salvegera 7’an a êrişa li dijî Qereçoxê

7 sal di ser êrişa çiyayê Qerçoxê re derbas dibin.
Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk dagirker ve pêk hat û 38 şervan şehîd û birîndar bûn.
Bi vê komkujiyê re rûyê hêzên navnetewî li hemberî Kurdan eşkere bû.
Ji wê rojê yekem car êrişên ezmanî artêşa dagirker li ser herêmê destpêkir û heta îro ranewestiyaye.

25’ê Nîsana 2017’an.

Di vê rojê de cara yekem bû ku dewleta Tirk destwerdana yekser ji axa Rojava re dike .

Li vir Dewleta Tirk bi Rûsya û Amerîka re kete nava diyalogê de û piştî wê nîvê şeva 25 Nîsanê asmanê Qereçoxê reş dibe .

Qereçoxa ku weke Navenda serkeftin û pêşketina Rojava tê dîtin .

Weke yekekem car di barbanga wê rojê, 20 balafirên şer ên dagirkeriya Tirk sînor derbas dikin û davêjin ser Qereçox .

Li vir Biriyargeha Fermandariya Giştî ya YPG û YPJ’ê,

Navenda Ragihandina YPG’ê û avahiya radyoya Rojava yên li Çiyayê Qereçox ku di sêkoşeya Sûriye,

Tirkiye û Iraqê de ye bomebaran kirin.

Destpêka êrişên ezmanî li dijî Rojava wê şevê destpê kir

20 şervan û fermandarên YPG û YPJ’ê şehîd dibin, ji wan 3 rojnamevan in, 18 şervan jî birîndar dibin.

Li kêlek vê yekê, balafirên şer derdora 90 Km sînorê Iraqê derbas kirin û çiyayê Şengalê da ber bombeyên xwe.

Hingî li vir jî, 6 welatî şehîd û 10 jî birîndar dibin.

Hemwextî wê, şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD’ê DAIŞ di paytexta wê Reqa dorpêç dikirin.

Ji ber hêdî hêdî ew ber bihilweşandina “xîlafetê” diçûn.

Her çendî qada esmanî di destê Amerîka û Rûsyayê de ye jî, lê bi dehên kîlometreyan ew qad tê derbaskirin û mînaka wê jî Qereçoxe.

Ji wê rojê û şûnde, êrişên bejahî û esmanî yên dewleta Tirk nema rawestiyan û di salên 2018 û 2019 Efrîn,

Serê Kaniyê û Girê Spî, di serdema Rêveberiya Donald Trump de hatin dagirkirin.

Heta îro jî balafirên dewleta Tirk ji esmanê tevahiya vê herêmê danakevin û pêvajoya Qereçoxê dewam dike.

Back to top button