Hêzên Gerîla bi fedakarî û berxwedaniyek xurt rê nade dagirkeriyê
Li Qada Berxwedanê ya Şêlazê, gerîlayan helîkoptereke arteşa Tirk a dagirker ku dixwest herêmê bi cih bibe derb kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirkiyê de daxuyaniyek da.
Li gorî vê;
25’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya Xakurkê, hêzên gerîlayan helîkoptereke arteşa Tirk a dagirker ku dixwest herêmê bi cih bibe, kirin armanca xwe û derb kir.
Her wiha HPG’ê da zanîn heman rojê li herêma Metîna jî gerîlayan bi çekên giran li dagirkerên li Qada Girê Amediyê dane.
Derbarê êrişên arteşa Tirk a dagirker de jî HPG’ê dawiyê agahîdan û got:
26’ê Nîsanê herêmên Metîna, Zap, û Xakurkê bi giştî; 14 caran bi balafirên şer û gelek caran jî bi helîkopterên êrişê hatin bombebarankirin.