Li Şerîda Xezayê: 208 roj

Li Şerîda Xezayê êrîşên artêşa Îsraîlê didomin ku di 24 saetên dawî de 28 kes mirin.
Tevî hewla agirbestê Îsraîl bi israre ku operasyona bejahî ya li Refahê pêk bîne.
Ji bo yî vê serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu dibêje bi dawîkirina şerê li Şerîda Xezayê qebûl nakin.
Her wiha ji hêla Hemasê ve tê diyarkirin ku ew dixwazin agirbest pêk were û şerê heyî bi dawî bibe.

Di roja 208’an de jî li Şerîda Xezayê bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest dan zêde dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê derbarê bîlançoya dawî de daxuyaniyek parve kir.

Li gor Wezaretê di 24 saetên dawî de ji ber bombebarana Îsraîlê 28 kes mirin.

Her wiha wezaretê ragihand ku hejmara miriyan derket 34 hezar 596’an û ya birîndaran jî derket 77 hezar û 816’an.

Ji aliyê din ve, li gor çapemeniya Îsraîlê, serokwezîr Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de ragihand ku ji bo amadekariya êrîşa bejayî ya li ser Refahê, derxistina sivîlan li bajêr dest pê kiriye.

Sererkanê Îsraîlê: Em xwe ji bo êrîşeke li Bakurê Xezayê amade dikin

Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Herzî Halewî ragihandibû, ku operasyona êrîşa li ser Şerîda Xezayê dê bi tundî berdewam bike û artêşa Îsraîlê jî xwe ji bo êrîşeke li bakur amade dike.

Rojnameya Times of Israel ragihand ku serokwezîr Benjamin Netanyahu ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re gotiye ku ew daxwaza bidawîkirina şerê li Şerîda Xezayê wekî beşek ji peymana azadkirina girtiyan qebûl nakin.

Rojnameyê diyar kir ku li gorî agahiyên ku ji Ofîsa Netanyahû hatine girtin, Serokwezîr jî soza dagirkirina bajarê Refahê yê Filistînê daye.

Hemas: Antony Blinken hewl dide zextê li Hemasê bike

Serokê Dezgeha Siyasî ya Hemasê li derve Samî Ebû Zuhrî debarê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de axivî.

Samî Ebû Zuhrî ragihand ku daxuyaniyên Antony Blinken nerast in û wek Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê dixebite û hewl dide zextê li Hamasê bike

Ebû Zuhrî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Hamas hê jî li ser pêşniyara dawî ya agirbestê danûstandinan dike.

Antony Blinken jî di serdana xwe ya Îsraîlê de ragihand ku Amerîka bi biryar e ku di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbestekê pêk bîne.

Misir: Xebatên agirbestê yên li Xezayê didomin

Çavkaniyekî payebilind ê Misrî piştrast kir ku hewlên ji bo gihiştina peymanên agirbestê li Xezayê di atmosfereke erênî de berdewam in.

Li gorî rapora kanala televîzyonê ya El-Qahire El-Ixbariyê, çavkaniyekî payebilind ragihand ku pêşketineke berçav heye ku şandeyên Misir û Îsraîlî nêzîkî agirbesta li Şerîda Xezayê kirine.

Li gorî kanalê, Şerîda Xezayê ku ji 7’ê Cotmehê ve rastî êrîşên bêmînak ên Îsraîlê ji bejahî, deryayî û hewayî tê, di bin şert û mercên giran ên mirovî de dijîn.

Kanala televîzyonê ya El-Qahire El-Ixbariyê wiha hat gotin:

“Alîkariya ku digihêje başûrê Şerîda Xezayê ji bo hewcedariya welatiyan têra nake, bi taybetî jî li Refahê ku stargeha dawî ya koçberan e.”

Şerîda Xezayê: Aliyekî şer û aliyekî hewlên agirbestê

Back to top button