Çend dewletên Ewropî dê 21 Gulanê dewleta Filistînê nas bikin

Îrlanda, Spanya, Slovenya û Malta ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne amadekariya nasîna dewleta Filîstinê dikin.
Li gorî agahiyan dê 21’ê Gulanê de bîryara dawî ya ji bo nasînê were dayîn.
Serokwezîrê Îrlandayê Micheal Martîn û serokwezîrê Spanyayê Sanchez diyar kirin ku çareseriyeke du dewletan li heremê yekane rêya aştî û aramî ye.

Ev çend mehin piştî êrîşên zêde yên Îsraîlê nasîna dewleta Filistînê ket rojevê.

Hat diyarkirin ku Îrlanda, Spanya, Slovenya û Malta ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê şermezar kirin, wê di 21’ê Gulanê de Filistînê wek dewlet nas bikin.

Weşana neteweyî ya Îrlandayê RTE News ragihand ku bi mebesta ku welatên bi hev re dewleta Filistînê nas bikin, têkiliyên di navbera Dublin, Madrîd, Slovenya û Maltayê de xurt bûne.

Hat destnîşankirin ku ev welat li benda dengdana ku di 10’ê Gulanê de li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bê kirin û dibe ku Filistînî bibin endamê tam ê Neteweyên Yekbûyî.

Serokwezîrê Îrlandayê Micheal Martin diyar kir ku Îrlanda planên xwe yên ji bo naskirina dewleta Filistînê di hefteyên pêş de bîne rojevê û dê roja Înê dengê erê bide endamtiya Filistînê.

Martin anî ziman ku rayedarên Îrlandî li bendê ne ku ev deng bi ferqeke girîng derbas bibe.

Berdevkê hikumetê got:

“Martîn û serokwezîrê Spanyayê Sanchez diyar kirin ku çareseriyeke du dewletan li heremê yekane rêya aştî û aramî ye.”

Îrlanda, Spanya, Slovenya û Malta ji bo nasîna dewletê amade ne

Her wiha Çavkaniyên ji Dublînê radigihînin ku ji bo naskirina dewleta Filistînê bi welatên din ên Ewropayê re ti rojeke teqez nehatiye lihevkirin.

Îspanya, Îrlanda, Malta û Slovenya di 22’ê Adarê de bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ji bo naskirina dewleta Filistînê gavên yekem bavêjin.

Ev hewlên her du welatan bangên ji bo agirbest û çareseriyeke mayînde ji bo aştiya li herêmê xurtir dikin, di demekê de ku hejmara kuştiyan li Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê zêde dibe.

Îsraîl diyar kir ku plana her çar welatan “xelata terorê” ye ku dê şansê çareserkirina mijara li Xezayê bi rêya muzakereyan kêm bike.

Ji sala 1988’an vir ve ji 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî 139 dewleta Filistînê nas kirine.

Back to top button