Li dijî serokwezîrê Slovakya êrişa çekdarî

Li dijî Serokwezîrê Slovakyayê Fico êrişeke çekdarî pêk hat.
Fico piştî êrîşa çekdarî rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku jiyana Fico di xeteriyê de ye û piştî destwerdana despêkê sewqî nexweşxaneyeke din hat kirin.

Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico piştî civîna lijneya wezîran bû armanca êrişeke çekdarî.

Dema Fico li derveyê avahiyê bi alîgirên xwe re diaxivî, êrişî wî hate kirin.

4 gule li zikê wî ketin.

Dema ku Serokwezîr rakirin nexweşxaneyê, êrîşkar li cihê bûyerê hat binçavkirin.

Di daxuyaniya hikûmetê ya têkildarî êrîşê de hat gotin,

“Piştî civîna hikûmetê ya li Handlovayê, li dijî Serokwezîr Robert Fîco êrişek pêk hat.”

Ji ber birîna giran ya Fico ew Bratîslavayê sewqî Banska Byrstricayê hate kirin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê jî di nûçeyek xwe ya dispêre nexweşxaneya bajarê Handlova ku destwerdana despêkê lê kirî de, dibêje, serokwezîr dema gihiştî cem wan li ser hişê xwe bû.

YE êrişa li dijî serokwezîrê Slovakya Fico şermezar kir

Piştî êrîşê ji her du rayedarên payebilind ên YE’yê daxuyaniyeke şermezarkirinê hat.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel diyar kir ku ew ji ber vê nûçeyê matmayî mane û got,

“Tiştek nikare şîdet û êrîşên bi vî rengî rewa bike.”

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî anî ziman ku ew êrîşa li dijî Fîco bi tundî şermezar dikin û got,

“Cihê çalakiyên bi vî rengî di nava civaka me de nîne û demokrasiyê, yekane nirxê me yê hevpar xera dike.”

Fico bi polîtîkayên xwe yên nêzî Rûsya tê naskirin

Siyasetmedarê çepgir yê populîst Fîco yê 59 salî, di hilbijartinên meha Îlonê de bi gotinên alîgiriya Rûsya bi ser ket û cara çaremîn bû serokwezîr.

Hikûmeta Fîco ku par alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê rawestandibû, diyar kiribû ku çareseriya pirsgirêkê bi rêyên leşkerî nayê dîtin û banga destpêkirina hevdîtinên aştiyê kir.

Fico bi polîtîkayên xwe yên nêzî Rûsya û dijberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka dihat naskirin.

Back to top button