Hêzên QSD’ê her li pey şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ye û ji bo ewlehiya herêmê di nava amedebaşiyê de ye.
QSD’ê li gundewarê Dêrazorê 2 operasyon pêk anîn.
Di encamê de serçeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin û 2 çeteyên din hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di çarçoveya xebatên hêzên me de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi tevlêbûna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, pêncşem û înê 2 operasyonên ewlehiyê li gundewarê Dêrazorê li dijî şaneyeke DAIŞ`ê li dar xistin.
hinek beta bide
Di operasyona yekemîn de, YAT`ê li bajarokê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê bi ser cihê çeteyê DAIŞ`ê Emced Hesen yê ku bi navê Ebî Zeyneb tê nasîn ku xwe lê vedişart girt.
YAT`ê cihê Emced Hesen dorpêç kir û bang li wî kir ku xwe radest bike.
Lê çete xweradestkirin red dike û gule li şervanan barand.
Li ser vê yekê yekîneyên me bersiv dan û şer derket. Di encamê de hate kuştin.
Çeteyê hatî kuştin, berpirsê êrişa terorîst a li dijî nuqteyeke me ya leşkerî ya li bajarokê Şihîl e ku 10`ê Gulanê pêk hatiye û di encamê de 3 şervanên me şehîd bibûn.
Her wiha di 17`ê Gulanê de,YATê li çolistana bajarokê Deşîşe yê rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyeke DAIŞ`ê operasyonek li dar xist.
Di wê operasyonê de 2 terorîst girtin û strageha şaneyê rûxand, çek, cebilxane û telefonên berîkan ên şaneyê desteser kirin.
Çeteyên hatine girtin, li xwe mikur hatin ku têkiliya wan bi çeteyê kuştin Emced Hesen re hene û bi hev re kar dikirin û çûn û hatina çeteyan di navbera Sûriye û Iraqê de hêsan dikirin.
QSD’ê ragihand ku wan di her du operasyonan de, gelek çek û amûrên ku desteser kirin û ew jî ev in:
- 1 kilaşînkov
- 1 damançe
- 2 cercûrên demançeyan
- 2 bombeyên destan
- 1 dûrbîna şevê
- 1 dûrbîna sekvaniyê
- 1 raweter (WIFI)
- 5 telefonên berîkan û gelek cebilxane
- Miqdareke teqemenî
QSD’ê kir ku ew ê li pey her kesê ku dixwaze ewlehiya herêmê têk bibin bin û wan ceza bikin.