Artêşa Tirk a dagirker siyaseta pişaftinê li kantona Efrînê pêk tîne û hemû peymanên navdewletî û mafên mirovan bin pê dike.
Li vir çanda gelekî tê qirkirin.. Li Efrînê jenosîda çandî pêk tê..
Navên gund, qad û çerxerêyan kirin Tirkî û gelek malbatên çeteyan di şûna niştecihên resen de bi cih kirin.
Em bi hev re li vê nûçeya xwe temaşe bikin.
Artêşa Tirk a dagirker di 18’ê Adarê de Efrînê dagir kir.
Ji destpêka dagirkeriyê ve, sivîl tên revandin, kuştin û şantajkirin, demografiya herêmê tê guhertin siyaseta pişaftinê tê pêkanîn.
Dewlet Tirk bi vî awayî hemû peymanên navdewletî û mafên mirovan bin pê dike.
Bi hewldana vegerandina xewnên Osmaniyan, Tirkiye navên gund û qadên bajarê Efrînê dike tirkî.
Navê Çerxerêya Kawa kiriye ‘Çerxerêya Şiqna Zeytûnê’ û Çerxerêya Wetanî navê ‘Qada Serok Recep Tayyîp Erdogan’ lê kiriye.
Her wiha navên 3 gundên navçeya Bilbilê kiriye tirkî.
Gundê Kotana kiriye ‘Zafer Obasî’, gundê Qornê kiriye ‘Ûndûr Obasî’ û gundê Qestal Miqdad kiriye ‘Selçûk Obasî’.
Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cihên giştî vediguherînin girtîgehan.
Dibistana El-Keramê ya ji ku kevntirîn dibistanên bajarê Efrînê ye, veguherandine girtîgehekê ku hemû cureyên êşkencekirinê lê bi kar tînin.
Ev dibistan di bin çavdêriya çeteyên Tugaya El-Şam û MÎT’a Tirk de ye û tê zanîn ku gelek girtiyên jin jî lê hene.
Çavkaniyan da zanîn ku dagirkeran stasyona trênê ya herêma Recoyê kiriye girtîgeh û yekser girêdayî MÎT’a Tirk e.
Heman çavkaniyan diyar kir ku MÎT’a Tirk dibistana Kulîlkên Efrînê ya taybet kiriye girtîgeh û çavdêriya wê dike.
Dibistanên Emîr Xubarî û El-Itîhad El-Erebî li bajarê Efrînê kirine baregehên MÎT’a Tirk.
Dibistana El-Itîhad El-Erebî beşek taybet ji bo jinan heye û çeteyên El-Cebhe El-Şamiyê çavdêriya wê dikin.
Siyaseta pişaftinê ji hêla dewleta Tirk a digirker ve li Efrînê dewam dike û hê jî li gel vê yekê aliyên navdewletî bê deng in.