SEROKÊ EMERÎKA TRUMP: EGER TIRKIYÊ ÊRIŞÎ KURDAN BIKE EM Ê JI ALIYÊ ABORÎ VE WÊ WÊRAN BIKIN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donlad Trump bi daxuyaniyeke nû Tirkiyê hişyar kir.

Trump got, eger dewleta Tirk êrişî Kurdan bike wê ji aliyê aborî ve wêran bibe.

Ev hişyariya Turmp aliyê Tirk aciz kir.

Serokê Emerîkayê Trump şevê din bi rêya hesabê xwe ê tevna civakê twitter’ê daxuyaniyek nû da.

Trump biryara xwe a vekişîna ji Sûrî bi bîr xist û wiha got:

Ev biryara me a derneg mayî destpêdike. Tevî vê yekê jî, şerê me li dijî navendên DAIŞ’ê yên mayî wê dewam bike.

Eger careke din DAIŞ xwe kom hev kirin, em ê dest bi êrişê bikin.

Donlad Trump dewleta Tirk jî bi van gotinan hişyar kir:

Eger Tirkiyê êrişî Kurdan bike, em ê i aliyê aborî ve wê têk bibin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan herêmeke tampon a 32 kîlomtere dikare were avakirin.

Trump her wiha bang li Kurdan jî kir û wiha got:

Divê Kurd, Tirkiyê provoke ango çavsorî nekin.

Berdevkê serok-komarê Tirk Îbrahîm Kalin nerazîbûn li hemberî daxuyaniya Turmp da û îdîa kir ku ew ê tenê êrişî PYD bikin.

Leave a Reply

Back to top button