FOZA YUSIF: EV ŞER JI JINAN RE BÛ MÎRASEK Û DIVÊ JIN XWEDÎ LI VÊ MÎRASÊ DERKEVIN

Endama Koordînasyona Kongra Star Foza Yusif çeteyên DAIŞ’ê wek dijminê jinan pênasekir û got:

Jinan biryara azadiya xwe dane û ev meşa azadiyê çiqasî berdêlên wê giran bin jî, dê werin dayîn

Li bakur û rojhilatê Sûrî pergala demokratîk bi destê jinê tê avakirn.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif têkildarî rola jin di tunekirina DAIŞ’ê de ji Ajansa Jin News’ê re axivî:

Fewza Yusif balkişand li ser hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ku li ser jinan didan meşandin û got:

DAIŞ sîstema qirêjahiya zehniyeta desthilatdar ya mêr temsîl dikir û pêktîna.

Zilmeke mezin ji aliyê DAIŞ’ ê ve li ser jinê hat meşandin.

Foza Yusif çeteyên DAIŞ wek dijiminê jinê pênasekir.

Lê şervanên YPJ’ê yên di bin sîwana QSD’ê de şerê terorê kirine hovîtiya DAIŞ pûç kir û di heman demê de têkoşîna jinê watedar kir.

Şervanên YPJ’ê tola dîrokî ji DAIŞ’ê hilgirtin , jin di vî şerî de ne bi tenê ji aliyê leşkerî ve pêş ket, ji aliyê siyasî ve jî pêşketinek mezin ava kirin.

Ev şer ji jinan re bû mîrasek û divê ku jin xwedî li vê mîrasê derkevin.

FOZA YUSIF:
ÇALAKVANAN CANÊ XWE FEDAKIRINE, JI BO SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK Û MAFDAR BÊ PÊŞXISTIN

Fewza Yusif têkildarî gervên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan ku bi pêşengitiya Leyla Guven destpêkir wiha nirxand.

Armanca van çalakvanên Grêvên berçîbûnê ji bo tevahî mirovahiyê ye û li dijî faşîzmê ye .

Çalakvanan canê xwe fedakirine, ji bo sîstemeke demokratîk û mafdar bê pêşxistin.

Ev çalakvan dixwazin qêrîna gelê kurd bê guhdarkirin ji ber ku hebûn û nebûna kurdan tê nîqaşkirin.

Fewza Yusif ji her kesî xwest li dora berxwedaniya çalakvanan bibin xelek.

FOZA YUSIF:
HETA ÎRADE Û HÊZA JINÊ HEBE DÊ RÊYÊN JI BO AZADIYA WÊ VEKIRÎBIN

Endama Koordînasyona Kongra Star Foza Yusif li ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî wiha anî ziman:

Wê sala 2019’an jin cejna xwe bi serkeftina li dijî DAIŞ’ ê û bi berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên jin cejna xwe pîroz û pêşwazî bikin.

Jinan êdî biryara azadiya xwe dane û ev meşa azadiyê çiqasî berdêlên wê giran bin jî, dê werin dayin.

Leave a Reply

Back to top button