Desteyên kar û barên civakî û ciwanan yên li Şehbayê bang li rêxistinên pêwendîdar kirin ku projeyên dijî hişbirê bipêşbixin.
26`ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Bikaranîn û Bazirganiya Hişbirê ye.
Bi dehan lîstikvanên futbolê li yarîgeha gundê Babenis ê navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn û bi boneya vê rojê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Madeyên hişbirê dûrketina kesayetê û hedefgirtina civakbûnê ye” dest pê kir.
Di daxuyaniyê de behsa bikaranîna madeyên hişbir hate kirin, û hate gotin ku ji ber bikaranîna heşîşê nifşê nû hildiweşin.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistin û saziyên têkildar hate kirin ku projeyan pêşkêş bikin da ku vê diyardeyê tune bikin.