Konseya Ewropayê: Divê welatên endam welatiyên xwe yên DAIŞ’î bigirin

Konseya Ewropayê bang li welatên endamên xwe kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî bigirin.

Komîserê Mafê Mirovan a Konseya Ewropayê Dûnja Mîjatovîc got,

”Dewletên endam yekane rêya ku erkên xwe pêk bîne ew e ku wan DAIŞ’iyan vegerînin welatên xwe”.

Mîjatovic anî ziman ku eger hin welatên endam hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î wernegirin tê wateya binpêkirin mafê jiyana kesî.

Li gorî rapora Rêxistina Çavdêriyê ya Mafê Mirovan li 2 kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî 63 hezar jin û zarokên DAIŞ’î hene.

Back to top button